RASTÎ ŞÎRÊ XWEDÊ YE!
RASTÎ ŞÎRÊ XWEDÊ YE !
Bi gotin/devkî,bi çavan/dîtin, bi nivîsîn/belege, bi goh û gohdarî/hest; Rastî û Nerastîya kû mirovan ser dû qisman dabeş dike.
Ango di herdû hêlan de yêk Rastî derdikeve ber ronahîyê.
Mijara me Kurdan ya di van demjimêr û xûlekande dibohre, heman mijarên berîya bi sedên û heta mirov dikare bêje mijarên berîya hêzarên salanin.
Ango têheg û hişekî xave/xame.
Berewvajî vê kî çî îdîa bike bêbingehe/neraste.
Jî ber kû di van rojên bohrîde me dît qismekî mezin ji Kurdan ka çewa sexmerat rexneka biçûk hêrişî Navdaerkî xwe kirin û di heman demîde boyera diltezîna Mistefa Selîmî û alozîya zine wertê jî bo me dîyarkir kû mirov mecbûre bipirse gelo çima zimanekî hevbeşê gengeşîya vê/van mijarên bûne ebedî di nav me Kurdan de nehatîye dîtin ?
Ev pirse gava ferdek kurd ji xwe bike û ev têgehe çardewir li nav miletê Kurd bi cih û war bibe; hîngê tê wateya dîtina xeletîya dîrokî û pêşî her tiştî piştrastîya ketina ser rêyek raste.
Berî mirov di nav dîrokêda bikeve nav livê û lêkolînê vî an wî, an jî xwedîyê vê û wê logoyê sucdarbike; hewlbide kû encamên çewtên di vê mijara Rizgarîya Gelê Kurd û Welatê Kurd Kurdistanê de ji kevnar heta niha derketine holê bi zanyarî û bi delîlên rast û ji her cûre qûretî û xweparastina sexte dûr, bi gengeşîyek berfireh û zêde cûre reng li hev kom bibin û ji serbohrîya xwe fêrbibin kû ka bi rastî Rastî û nîqaşa Rast çi ye.
Gelek balkêşe mirovên Kurdên xwedî an jî îdîayên pênasên ronakbîrî û rewşenbîrî dikarin bi êsanî piştî koçê/mirinê hêriş bikin bo ser mirovek xwedî heman astêde xwedî ked û emek di ber çand û di mijara Rizgarîya Neteweyî da.
Ango têgeha hêrişkarîya bo ser mirîyan ger di nav qada herî pêşenga miletekî da li asta jorbe, mirov mecbûr dimîne tilîya xwe bide bingohê xwe û bihizire û bêje gelo ger ev ronakbîr û rewşenbîrbin û vê xeletîya xwe nebînin û nizanin rêzgirtina li mirîyan di çanda Kurdan de çîye; wê çewa bigehin gengeşîyek hevbeş û Rastîyêra bibin can û gîyan?
Jan Agirî