Neteweyek bê çand û ziman ?
Neteweyek bê Çand û Ziman, Neteweyek Kerr, Kor û Lale.
Kurdan têkiliyek siroştî bi Niştimanî re her hebû û di vê were bi bîranîn kû xelkê kevnar û xwecihîyê ser erda xwe di nav
gelên ser gerdûnê de dijîn de, her Kurd bûne.
Ji ber vê têkilîya bi siroştêre/ xwezayêra mirovê kurd bi xwe di her liv û tevgera jîyanê de êsanî û weke xwezayê sade bû.
Bi gelemperî kinc/ cil û bergên xwe neteweyî bûn û xûsosyetên bîyanî bi wanre ne dihat dîtin.
Jî bo kû her tiştekî kû mirovahîyê ji bo xwe baş dîtine ji wan ango ji Kurdan wergirtibû ji bo wê îhtîyacek Kurdan bi tişt û xûsosyetekî bîyanî nebû wergirin.
Ew ne tazî, ne jî birçî bûn, nanek deh kesan di sifreyekê de bi hevra parvedikir û jorek dû jorekî xanî têra malbatek qelebalix dikir û mohra feqîrîyê sedem kêm îmkanîyê li xelkê nedihat dayîn di nav civakê de.
Hekim û cebar, dawer û dadgeh, rêzan û endezyar jî ji xwe û ji nava xwe bûn û kesê ihtîyac bi bawername û diploman ji bo xizmetê jî nebû.
Porê zarokên xwe qirêj û lingên wan xas/bê pêlav bûn; bes azadîya wan hebû û tendûristîya wan gelek baş bû û nexweşxane û ewlehîya wana tendûristîyê jî nebû û nejî gerek bû.
Di hêla fîzîkî û hêzê de mirovê kurd jêhatî û di heman demê de jî dirûst, dadperwer û di hêla folklorîde jî bedew bûn.
Gava niha mirov di nêre cilên Kurdan û zimanê Kurdî yê mîna çîyan li ber çavan bi gewde û bilind bûn; minxabin mîna girik û çalan êdî rewşa cilûber û zimanê Kurdî ya xwîya dike.
Di vê çarçovê de mirov bi zelalî dibîne karekterê mirovê kurd de jî xopanîyeka pêkhatîye.
Ji alîyek dinve gelek mirov dê rabin û bêjin:
Ma ger tarîkî çavên te girtibe findek pêxe û vî wêneyê xwînxwar û hêzên dagirkerîya tirk, faris û ereban bibîne !
Di çu rewşê de,li gerdûnê kurd bê cilûbergên Kurdî û Zimanê Kurdî ne jîyane û di Kurdistanê de ne-xwecî li ser cilûberg û zimanê Kurdî xwedî gotin û şîyanên xirab nabûne.
Ji ber kû nîqaş li ser mijarên vehûnandî bi destê dagirkeran di nav Kurdan de her berdewam bûyîne û berdewam dikin, di her warî de Çand û Zimanê Kurdî ji ser dika jîyana gelê Kurd bi destê çend serqolên sîyasîyên Kurdên kor-fêhim bi talan çû ya diçe jî.
Nîqaşên van serqolên sîyasî hîn di qonaxên destpêkê de, bi hêzên dagirkerên Kurdistan ê yên tirk,faris û ereb ra ser çand û zimane ango otonomîyê bû û hîn dermanê vê bêhişîya kor-fêhmîya wan serqolên sîyasî yên Kurd nehatîye peydakirin.
An ne çand û ziman ne mijara bazarkirin û daxazkirinê ye; ji ber kû gava Ehmedê Xanî û hêja û mezinin wekî wî di dîroka Kurdistan de weke rojê şewqa ronahîya xwe dan bextê reşê miletê Kurd çû dewlet û împeretororîyên Kurd di serdema derketina wan de tune bûn.
Ev çewa çêbû jî doh bo îro em mehkûmî tirkî axêf, erebî axêf, farisî axêfên dil bi evîndarên zimanê dagirkerên erda Nîştimanê xwe hatîne kirin?
Ev çewa çêbû îro Kurd cilûbergên xwe di avêjin û terka Zimanê xwe yê Kurdî dikin?
Gelo raste sinorê dewletan rabûn û miletên li ser rûzemîn wek serdema sovyeta kevin bi hevgehiştin û êdî serdema Neteweyî û nirxê Neteweyî kêm dibe?
Eger ev yêk rast be gelo ziman û çanda miletê din yên dinyayê çima ji qîmet û cihê xwe danakivin û bi pêşketina teknolojî û afrînerîyên cîhana dijitalre her kû diçe pêş dikevin û weke çand û zimanê Kurdî ber bi keserata mirinê ve naçin?
Hîn jî li ciyê xwe yê kevn Kurdên sekinî û ew asîmle nebûne yên heyîn û mirov nivîsên wan, dengê wan, Rengê wan weke qîrîyekê di bîse û weke navnîşanek hewarîyê hîsdike û di bîne, weke qûrmên dar çinara çand û zimanê Kurdî cihê wan xwîya dike.
Ev çawa çêbû gelo, an di qewime?
Wekî kû ji sedsalan ve Kurd dewlet bûn û nûnertiya wan li civata miletên yêkgirtî hebûn û Zimanê Kurdî zimanê dewletê be wisa berêxwe didin meselê.
Erê çû şik û gûman têda nîne Zemanê Kurdî ji Sûberî(sûmerî) heta ji berî dagirkerên erda me Osmanîyan û bermayîkên wan ev dewleta Terrorîst û dagirkera tirk û dagirkerên din ; Zimanê Kurdî zimanê desthelatdarî û dewletan di serdemên cûda cûda de bû.
Lê Nîştimanê Kurd ji çaxê ketîye bin pencê dijminê serekî yê Kurdan kû ev dijmin çepelê xwînmêjê tirke; Kurd êdî bê hemdî xwe ketine qonax/pêvajoyek kû nîgeranî li her liez/çirkeyekê li mayîn û ne-mayîna xwe bike ji dest-dana çand û zimanê xwe yî Kurdî.
Ji ber vê yekê hûn Kurdên xwedî şeref û xîret dikarin li ser wan gire giringîyan, projeyên tirk, faris û ereban yê ji bo kokbirkirina çand û zimanê Kurdî hîn berfirehtir û zelaltir ji bo raya giştîya mirovahîyê û Kurdistanê pêşberbikin û her kurdekî ji vê xeterî û çala mirinê agehdar bikin.
Di şert û mercên dijber de me Kurda di sedsala 19-an de nikarî bibîn dewlet û xewna welatek fireh, xweşika serbixwe û azad kû her kesekî Kurd di dilê xwe de mezinkirîye roj bi roj ya pêşve diçe û Kurd jî ji bo pêkanîna vê xewna mezina Ehmedê Xanî ya Neteweyî yên li derfetên dîroka damezrandina wê digerin.
Ev rastî bi qasî mirov bi çav bibîne bi xwedî gewde û cihê dil şadîyê ye.
Lê fikar û nîgaranî ewe kû miletê Kurd ê kû xwedî şaristanîyên herî kevnar û nêzîkatîya wan bi xwezayê û gîyaneweranre gerim, îro yê ji çand û zimanê xwe yê Kurdî kovî dibe.
Niha wekheviyek gerdûnî em bêjîn di cilûbergên mirovahîyê de bi gelemperî cih girt. Bila ev hêceta sivik bi dilê kolonyalîstan û Kurdên ji ser erda Nîştimanê xwe koçber bûyî û ji cilûbergên Kurdî kovîbûne û dibin be*
Gelek kêm mamoste û qelemdarên neteweperwer hene zimanê Kurdî ji bo wan ziman û eynika jîyana rojanene.
Yên din minxabin tev Kolonîkirîne û tim û dayîm çirte pitra wan bi zimanê dijmin û dagirkeran yê bi tirkî, erebî û farisîye.
Ji bo Kurdek ji bo mirovek tiştek gelek nexweş û neşirîne kû ji hêla kesên din ve bêt şîret kirin û rexnekirin kû ji zimanê xwe yê Kurdî, ji zimanê neteweya xwe heznake û hîn nebûye an jî hîna destpênekirîye xwe hînbike û her tiştê mêtîngerên dagirker xastîye bi terkirina çand û zimanê xwe yê Kurdî re piştrast dike jîyan û xeyalên xwe teslîmî kolonyalan kirîye û mirovek koledare êdî.
Ji dîrokê ve ji bo Kurd tê gotin kû Qewmê çîya ye ango bi vê gotinêra jî aşkire dibe kû Kurd ji xwezayê hezdike û hezek xwe heye û di derheqê vê yekê de zanyarîyên dîrokî bi belge yên heyîn.
Ma nêzîkbûn miletek bi xwezayê re evqas kevnar û kûr be, çî dibe sedem û çewa dibe kû wisa erzan û bêqîmet bibe heta terka çand û zimanê xwe yê Kurdî bike gelo ?
Wêneyê dewleta tirka faşîst, kû di zagonî/ yasa de, haşa û înkara hebûna 50 milîyonên Kurdan û welatê wî yê mezin Kurdistanê dike li berçave jî, hîna Kurdên qaşo sîyasetê dikin jî bi navê Kurdan yên heyîn û bêkû şerim bikin yê bi dengê Kurd dikevin meclisa dagirkerên faşistên tirk û şev û roj karê wan ewe rojeva bingehîna gelê Kurd berewvajî bikin.
Vanan jî ew toxim û kesanin kû ne çand, ne ziman û ne jî hezkirina Kurd û Kurdistanê di dilê wan danin;her çend yêk ji wan rabe bêje Kurdistan di dilê min daye jî ew "GOTİN JÎ BÎ TİRKÎ KİR"
Evdila ocelan jî li ser ekolojî û zanistiya xwezayî ji gelek zanînên xweser dide pêş, lê ya balkêş ewe kû mirovên sibê ta êvarî qala wî dikin, tişt ji ekolojî û zanistîya xwezayê jî fêhim nakin.
Ji bo rast were fêhimkirin wek Kurdek ji bo azadîya Kek Evdila ocelan her gavê ez piştevan û desteka çalakîyên medenî yên cemawerîyên bi pêşengîya dilsozên Hevalên PKK bi rêve çûne û diçin bûme û dê bibim jî; lê belê bes divê vê jî bêjim ên bi ramîn û çavdêrî ya liv û tevgera berêz Evdila ocelan re mijûl bîyîbin dê xweşik bibînin kû xizmeta Kek Evdila ocelan ji bo çand û zimanê Kurdî qet ne gehiştîye radeya Şivan Perwer, û yên ked û emaka xwe ji bo çand û zimanê Kurdî çênebûyî be bila derece û pileya xwe di sîyaset û civakê de bi qasî ya Evdila ocelan jî be carek din ji bo doza Kurdî zêde nebaldare.
Yên kû keda mirovekê ji nedîtî ve bê û hatibe, bawerî bi rastîya wî mirovî jî neyê.
Helbet ez naxwazim ji helbestê zêdetir re mijûl bibim, bi wan re hest û gotinên min mîna ku ez rêwîtiya çîyayê Agirî û Cûdî bikim rêya xwe de her kêlî û gavê rastî Nûh û lawkê xerib bêm kelecanî me, bes atmosferî stûyê min vê carê jî girt û berib vê deverê ve ez anîm.
Hîvîdarim kû herî kêm bi vê kurte nêrîn û nivîsê armanca xwe min ji çand û zimanê Kurdî ji bo te Kurd ê hêja tiştek gotibe!
Jan Agirî