Dema weşanê: Nîsan 20, 2020, 12:38 Dîtin: 871
Qendîl ne bi tinê serê çîyeyek Kurdistanê ye, ew herêmeke xwedî gelek gond û ware û ji kevnarîya dîroka Kurdistanê ve ji bo serîhildêr û şoreşên Kurd ew wargehek bi ewlebûye.
Her ne bi tinê di vê sedsala bohrîyeda cihê Rizgarîxwazên Kurdistanê bûye nemaze warê qedîm û zemanê bab û bapîrên me yên Kurd bûye ango ew der perçeyek ji sînga çîyayên Zagrosane.
Piştî kû li Başûrê Kurdistanê şoreş bi serket û gel gehişt azadîya xwe Pêşmerge daketin nav mal û halên xwe bo ser milk û cihên xwe bi serîyek gelek berz û bilind; li van derana Pêşmergeyên Rojhelatê Kurdistanê man û paşê ew ji çîyan daketin nav gûnd û bajarên Başûrê Kurdistanê û li hind cihan jî wargehên li gorî qîyas ango standartê wargehên penaberan avakirin û heta niha jî bi serbildî weke xweragirên Başûrê Kurdistanê li wê derêne.
Li bilindîya çîyayên qendilê bisekinîn û mînakek ji serokê Şoreşa Vîyêtnam Ho Chî Minh ango weke Şivan Perwer dibêje Apê Ho bidîn:
Piştî serketina Şoreşê Apê Ho di axiftinek xwe ya zankoyê de wisa got:
Xizmên min ji min xwestin kû ez arîkariya wan ji bo karekî wan di hûkmetêda dabîn bikim, bikim.
Ez pêfikirîm kû ev tiştek normale. Gelek heval û xizmên min dixwazin ez bizewicim û Zarokên min jî hebin û ez difikirim kû ev normal e ku mekîne/ trombela min ya ez pêbigerim, ji yên din çêtir û baştirbe jî hebe, bes ez dibînim kû ev tiştana hemû ji bo min, partiya me û pêşeroja gelê me ne tiştên normal û asayîne nemaze tiştên xeternak in ji bo kû ez ne yê çend kes an hinakanim, nemaze yê we hemû gelê vîyêtnamê û bindestanim.
Gelo ev sîh sale em xewnek wisa ji bo Başûrê Kurdistanê xîyal nakîn?
Bila ev mijar li vir weke eynik li himber me bimîne.
Agirê rastiyê her gav rihê mirovî ronî dike.
Ji bo em pêşerojek bêhempa û bedew biafirînin.
Ji bo em êdî nebêjîn bila mala te xirab û ya min avabe, serê di ber min da qorban be û her wiha jî êdî ne hizirîn kû em dikarin di vê tengezariyê de bijîn û
êdî kes bila li bendê jî nebe kû Zarokên me dê weke me pişka wan bibe Birakûjî û nûkerî û dê di xizmeta dagirkerande mezin bibin, kû ji bo Neteweya Kurd ev mirina herî xerab e.
Ji ber vê yekê em Kurd li ser asta seranserîya çar hêlên Kurdistan neçarîn kû em vê rewşê vegûherînin Yêkitîyek Neteweyî û aşitîxwazîyek nav Mala Kurdî.
Em naxwazim zarokên me jî mezin bibin bifikirin kû divê cîhanê de her gav karê Kurdan nûkerî û xwefiroşî bûye û tengezar û belengaz li ber lepê dagirker û bîyanîyan bijîn.
Dîrokê de tê dîtin gava hêzek,dewletek xwe pir bihêz û zexim hest dike her gavê meyîldarê hêrişkarîyê ye û pêngavên aştîxwazene napejirîne.
Bes ev fûrse ango pozbilindîye qet ji bo Kurdan nabe.
Ji ber kû Kurd êdî divê hind tiştan ji hev derxînin.
Ev yêk geringe neyê ji bîrkirin kû PDK divê baş bifikire gava kû Rêveberîya welatek di destdaye û bihêze divê pir hişyar bimîne kû singa xwe nede PKK ê ji ber kû armanca tirk,ereb û farisan bi vê yêkê têkçûna PDK û destkeftîyên berdestên Kurdan yên li Başûrê Kurdistan ê ye.
Wek tête zanîn kerîyên kûçikên dagirkerên tirkên dirindehên li her derê welatê me Kurdistan bi şeklên cûrbecûr belav bûne bi gelemperî li Başûrê Kurdistan bi çî rengî hebe yên dixwazin Kurdan teşwîqî şerekê xwe întiharkirinê ango şerekî birakûjî bikin.
Navxweyîya Kurd serdema nemir Mistefa Barzanî de gava mirov radixe berçavan di damezrandina Komara Kurdistan li Mihamadê bi xwe wezirê berevanîya Neteweyî bû.
Rejêma tirk wî demî di nav dan û standinek mezinda bû bi Îran û Sovyetêra û ji vê tê zanîn kû qezîya rizgarîya neteweya kurde ev dagirkerên tirk li her derê dibin her kevir û koçî de derdikevin.
Di warê pîvanan de ango miqayesekirina Başûr beramberî her dewletekî dagirker de bêgûman mirov nikare li bendê be ew bikevin şerekê li himeber dagirkeran, lê pîlangerîya tirk ji bo bi dawî anîna Başûrê Kurdistanê bi form û rêbazên osmanîyan bi awayên cûrbecûr berdewamin.
Ji bo vê yêkê ji Partî û Komên Kurd tê xwastin kû bi rihê şoreşgerîya di mînaka Apê Ho ya navbohrî de û li gûrî amûr û rêbazên kû dagirkerên erda Kurdistan zîyandarîyên wan daxînin ser çokan di şerda bixwedî ast û di mejîda jî xwe nûjenîyek wan bike yêk mist û gorz di zevîya vê gerdûna çeqel û gûr tê de lotikan di avêjin û destûr nedin şovenîst û dagirkerên tirk carek din weke destpêka sedsala 19 an Kurdan carek din ji bo sedsalek din bavêjin çal û binê bîrên qederê.
Ger ev rihê xwe dispêre hezkirina gel û pêşeroja wî ya bextewer peyda bû di demarê xwîna Partî û Komên Kurdan de,
êdî gel dê wan Partî û Komên Kurdên berjewendîyên wî yên neteweyî diparêze û pêşeroja wî di çavande tê xandin dîtin, êdî wî çaxî tîr ji kevanê difire û ew Partî û Kom dê cihê xwe ji bo hêzarên salan dî dilê Neteweya Kurd û rûpelên dîrokê de bi tipên zêrîn bigrin.
An ne divê Kurd êdî destûr nedin ev Partî û Komên hibrê pênûsa xwe ji xwîna sora Kurd werdigirin û bidilê dagirkerên xwe çîrokên tirajedîk/drama dinivîsinin û şanoyên mal-kembaxîyê ser hesab û navê miletê Kurd ji bo dilxweşîya dijminê Neteweya Kurd ser dika xwefiroşîyê dileyîzin.
Jan Agirî