AN YAR AN NEYAR!
AN YAR AN NEYAR !
Lêkolînên ser dagirkerîyê cîhê xwe dinav listeyên serekeyên arşîvên mirovahîya cîhana zanistî de kirine, ji bo me Kurdan weke astronomek, fîzîknasek bi teleskopê li erdê Marsê binêre ji bo vekole û bixwaze bigehe encemek; a wisa vekolîn û lêkolîna li ser dagirkerîyê ji bo me Kurdan bi hûr û kûrî bi çav û guhên vekirî lazimî bi pêdaçûyînek nû heye.
Heta destpêka sedsale 19 an li cihanê rêjeya miletên dibin dagirkerîyê ango li ser erda xwe dibîn jêr nîrê desthelatdarîyên bîyanî de dijîyan û ji mafên xwe yên miletbûn û serfirazîyê bêparbûn ji sedê 50% bûn.
Lê di qonax û roja îro em têda di jîn û di mirin de, li cihanê hema mirov dikare piştras bike û bêje di qama miletê Kurd da çû miletek nemaye mabe bê dewlet.
Di vê dema me de, ev çend salin ji sêlgûyê qotîya înternetê çend kurdek ji ne têgehiştin û korr fêhmîya xwe yên hînbûne tişta li ser malperên civakî û malperên digital dadixin û belavkin; gelê tamilî nizanim çewa û bask û katelanî û nizanim kîjan gel û miletên din hene û filan- fîstan...!
Ne di dîrok û coxrafîyê de,ne di etnîsyet û Sosyolojî de qet terafekî Kurdan û dagirkerên li ser erda Kurdistanê nêzîkî hevbike tuneye;
lê hindî û tamilî,an sirîlankî û tamîlîyek bi qasî zaza û kurmancek, bi qasî soranî û behdînîyek nêzîkî hevbin wisaye.
An mirov bêje katelanî, bask û îspanîyek di zikê hev danin û her çend cûdahî yek di navbera wan de hebejî, şerme û şaşîyek zanistî û sincîye Miletek weke miletê Kurd xwedî welat û dîrokek hinde qedim û xwe rager bînê bi van cûre kêm etnîkên ne hêjayî got û bêjene bikê yêk.
Tişta mirov li vir dibîne ewe kû rûxmî hezarên salin xaka Kurd dibin dagirkerîyê da ye û bi sedan car jî her van dagirkeran miletê kurd jenosîd kirine jî; minxabin dikarîn bêjîn têgeha rasteqîneya dagirkerîyê hîna di hizir û li ser zaro û zimanê Kurd reng û pênasa xwe peyda nekirîye û ev jî li cem mirovên xwedî mejî çû cihekî gûmanê li pey xwe nahêle kû miletê Kurd miletek ne hişyar û bê rêbere.
Her çend hind der û dorên ji rewşa xwe razî sibê ta êvarî rabin bi navê miletê Kurd şîarê "Kurd êdî ne kurdê berê ne" bilind bikin jî, tişt ji rastîyê na goherîne.
Nemir Hacî Qadirê Koyî gotîye:kerî kurtanî zêr û tala bê, catî qamîş xarakî şekirî qend bê,izrayêl bînî bikî beytarî, ker her kere qet terk nake rewşî kerî; ev ji bo vê reşê me ya kurd û koletîya me gelekî tiştek li cih û zelale.
Ger raste rast mirov tilîya xwe dane ser birînê û li meydana sîyasî û têgehiştina aqlê sîyasî yê Kurd a ji azadî nêzîktir û baştir veke û bixwaze bigehe encamek berbiçav, giringe mirov berê xwe bide başûrê Kurdistan ê kû ev nêzîk 30 salin rêveberî û îdareyek 2 serî li başûrê Kurdistanê a hey ; ka em bibînîn çend û çewa, ji bo kê û heta kûderê ev beşa welatê me Kurdistanê ya azade û sibe roja wê dê çewabe û dê encema 2 seritî û 2 rûyîyê dê çîbe?
Dest pêkê rayedar û rêveber gava welatekî bi rêve dibe,gotinên xwe dibin esas û rêça pêda çûna civakê. Ev rayadar û rêbere ger bêje: "tirk tam li hefê dixin" ev incix mirov dikare weke wesif dayînekê ji bo dost û hevpeymanek xwe bêje.!
Li hêla din qenalên tv'ek bi navê Kurdan di weşan û nûçeyên xwede hêza dagirkerîya tirk bi heybet û fêhris nişan bide, ev jî tê wateya dagirker weke hevpeyman û dost tên nirxandin!
Di boyerek wisa da kû dagirker ji hêlek Kurd ve tên pesinanin de, di rojeva kurd de qîyametek wek erdhejê divê qeyda xwe li xelek û bazinên zincîra rûpelên dîrokê bixîne û bo heta heta yê tomar bike.
Ev reftara civakî nehat dîtin.
Ji ber vê bi rastî li cihê xwe ye kû mirov bêje, em kurd bi gelemperî marş û dengê şevê ne, hindek sehim û navê me heye û xelk ji me xofê dikin lê di bingehda bandorek kêrhatî li ser dagirkerîyê em nakîn.
Pêngav bi pêngav dagirkerî !
Armanca dûyemîn a dagirkerîya tirk li pey ketibû qirêjiya wî ya li ser bazarê Başûrê Kurdistanê bû.
Armanca sereke ya pîlana wê di sindoqên jorên"kozmik" ên dagirkerîya tirk de veşartî, ew bû kû ya niha bi hêceta şerê li beramberî PKK li ser erda Kurdistanê li başûr xistîye meryetê ye.
Çima niha ev pîlana dagirkerîyê ket liv û bizavê?
Piştî kirîz û zîyanek mezina aborî a dewleta dagirkera tirk bi qilifek derbeya leşkerîya vehûnandî, dest danî ser hemû çavkanîyên aborî ji bo fînanskirina dezayînkirina desthelatdarîya xwe ya xwe dispêre nexşerêya Osmanî kû ji bo osmanîya-nû têgotin; bi taybetî weke dagirkirina başûrê welat xîyalek sedsalî a jontirka bû bi hatina rejêma nû ya tirk/osmanîya-nû, li Başûrê Kurdistanê di hêla aborî,sîyasî û çandî de ev çendîn salbûn ji bo weke axtepûd kardikirin bi vê qonaxa xwe ya dagirkerîyê niha a dixwazin kamil bikin.
Ji alîyekî din ve li hêla Bakûrê Kurdistanê tişta têkildarî mijarê, ewe kû mîna kurd di dîtina xezîneyek-zêrande bi dagirkeran re şirîk bin wisa hîn jî bêberpirsiyarî li dagirkerên tirk li ser erda Bakûrê Kurdistanê dinêrin û her gav û mijara wan em birane û bijît biratîya gelan di qîrin, weke dagirkerên tirk welatê wan dagir û perçe nekiribe, weke jenosîd û ferman bi serê ne anîbe.!
Ji her tiştek seyîr û semertir ewe kû gava li tirkîyê hûkmeta dagirkerîya tirk endamek meclisa xwe ya tirk kû bi navê HDP miaşê xwe dibe tê girtin, ji şîr hata pîr Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi ablem û rengên PKK dadikevin kolanan sologanan di qîrin ! Kesek tune bêje babo tir li kû û das li kû ?
Hindek ji me sodxarîne û dibêjîn ewe kû Kurdan xwe spartîye dînê îslamê ne serketîne û mizgînîya serkeftina me kurdan jî li gorî daneyên zanistîya ser dagirkerîyê berdestin gelek ji qonaxan berbangê dûre.
Başe çima evqas em bi rastîya xwere tevil hev û bi nakokîn?
Zanistevanên çend sedsalên bohrî pîvana dagirkerîyê ango mitîngehkaran ya bi zelalî analîzkirine/ raxistine berçavan , ka bindest çawa bi germî bi dagirkeran ve girêdayî ne, her çend heta niha ne gengaze kû vê têkilîya kole û koledaran reng ek dinê li xwe girtibe û li wir bi rengê xwe kole û koledar yên mane li cihê xwe weke dîyare yên îro jî rawistîyane ser lingan.
Bi vî rengî eşkere di be kû rih/gîyanê serîhildêrî yê miletên xaka wan dibin dagirkerîyê de mane zehf qelse û ne kêrhatîne bikarin hişk û bi hêzbin li beramberî dagirkerîyê.
Analîzên zanistîya pisporên li ser dagirkerîyê berfirehî nîşan didin kû çêtirîn pîvan li himber dagirkerîyê, ji navbirina aramî û ewlehîya civaka medenîya dagirkerîyê û armanc girtina refa pêşenga dagirkerîyê ya jore. Ango ji bo vê têgotin "ser û ling" da lêxîne.
Lê li vir em di bînîn kû biraderên PKK ê naxwazin vê rastîyê qebûl bikin û şerê li bakûr û başûrê Kurdistanê bi rengek ji rengan vehozînin nav erda tirkîya dagirker û li ser û lingên tirkan bixin.
Jan Agirî